Êóðäñêèé äîì â Ìîñêâå Kurdî / Êóðäñêèé / Kurdish

Mal arrow Nûçe arrow Kurdistan arrow HRK: "Emê bi awayekî pirr bi hêz bersiva êrîsan bidin!"
ÏÎÑËÅÄÍÈÅ ÍÎÂÎÑÒÈ...
HRK: "Emê bi awayekî pirr bi hêz bersiva êrîsan bidin!" PDF Print E-mail
Written by adminku   
Friday, 14 May 2010

QENDÎL - Biryargeha Navendî ya Hêzên Rojhilatê Kurdistanê HRKê, piştî dardekirina 5 girityên Kurd, îro ragihand ku ew wê bi rihê Apocî bersiva êrîşên dewleta Îranê yên hovane bidin.


HRK`ê bal kişand ser êrîş û operasyonên rejîma Îranê yên demên dawî û got: Tevî biryara dema bêçalaktiyê ya partiya me jî, êrîşên dawî yên rejîmê eşkere kirine ku êdî çi wateya ragirtina çalakiyan nemaye û em wê li ser vî bingehî, bi çi awayî van kiryarên hovane bê bi bersiv nehêlin û emê bersiva herî tund bidin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HRK`ê got: Tevgera azadîxwaz ya gelê Kurd, tevgera pêşeng û şoreşger ya gelên Kurdistan, Îran û Rojhilata Navîn bi êrîşên pir alî yên navneteweyî re rûbirû maye. Ev qonaxek gelek nazik û girîng e. Dewletên kevneperest û dagirker Îran, Turkiye û Sûriye aktorên sereke yên van êrîşan e. Bi taybetî dewleta Îranê bi êrîşên dawî, eşkere kir ku ew stûnekî sereke yê êrîşa ne. Dewleta Îranê ku daxwazên demokratîk û rewa yên gelê me li Rojhilatê Kurdistanê li ber çavan nagire, her weha dest bi êrîşên li hember hêza pêşeng ya gelê me PJAK û hêzên parastina rewa kirine.

HRKê bal kişand ser êrîşa li Dalaho ku di encamê de 5 gerîllayên wan di bi komployekê hatin qetilkirin û dardekirina 5 girtiyan li girtîgeha Êvîn û got: Rejîma Îranê, tevî hemû hewldanên me yên ji bo çareseriyek aştiyane ya pirsa Kurd jî, di siyaseta şîdet û qirkirinê de israrê dike. Ji van êrîşan jî derkete holê ku rejîma dagirker û teokratîk dest bi şerekî ji navbirina tevgera me kiriye.

HRK :DILÊ FERZA WÊ DI SINGA CIWANÊN KURD DE LÊ BIDE

HRK`ê di vî warî de got, rejîma Îranê ku peyama wê yekê da ku, ew wê bi çi awayî rêzê li mafên rewa yên gelê Kurd û gelên din yên Îranê negire, bi awayekî eşkere riya şerekî korane hilbijartiye. Kiryarên wê yên hovane êdî sînorê me yê sebrê derbas kirine. Divê hemû kes zanibe, bêy ku bikeve çarçoveya karên ne di cîh de, em wê bersiva van êrîşan bi şêwazên herî dijwar bidin. Dîsa divê ku bê zanîn bê guman, çanda berxwedêr û Apocî, wê dersa pêwîst bide dujminên gelê Kurd û hemû gelên Îranê û hêvî û bendewariyên wan yên bi mebesta xeniqandina dengê gel û partiya me di qirikên wan de bimînin. Dilê Ferzad wêdi sînga ciwanên Kurd de bi berdewamî lê bide, dilê wî li gel me, li çiyayên azad yên Kurdistanê wê zindî bimîne.

HRK`ê ku di daxuyaniya xwe de banga serhildanê li gelê Kurd yê li Rojhilatê Kurdistanê kir got: Divê gelê me li zarokên xwe xwedî derkeve, bîranîna wan di asta herî bilind de bigre û bi rihê berxwedanê dest bi serhildanê bike.

Last Updated ( Saturday, 15 May 2010 )
 
< Prev   Next >