Êóðäñêèé äîì â Ìîñêâå Kurdî / Êóðäñêèé / Kurdish

ÏÎÑËÅÄÍÈÅ ÍÎÂÎÑÒÈ...
Xwendekarê Kurd ji ber zextan dest ji dibistanê berdide PDF Print E-mail
Written by Administrator   
Sunday, 09 January 2011

Kurdishcenter.ru - AFYON - Xwendekarê refa 3. ya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Koçatepe ya Afyonê Eser Demir,

ji ber gefên polîsan û zextên nijadperestên Tirk biryar da ku dest ji zanîngehê berde û vegere gundê xwe.
Sala par, ciwanên nijaperest ên Tirk li xwe kampûsa Zanîngeha Kocatep a Afyonê li xwendekaran xistibûn. Rêveberiya zanîngehê li hemberî vê yekê bêdeng mabû. Ev helwesta rêveberiyê ji aliyê xwendekaran ve hatibû protestokirin. Lê mudaxeleyê xwendekarên di 27’ê Adara 2010 de li kampûsa zanîngehê çalakiya rûniştinê li darxistibûn, hat kirin û piraniya xwendekaran hatin binçavkirin.

‘EZ TE LI VIR NADIM XWENDIN’
Piştî binçavkirinê jî, polîsan gef li xwendekaran xwaribûn. Yek ji xwendekarên wê rojê hatibûn biçavkirin, Eser Demir bû. Piştî îfadeya Demir hat girtin, polîsê sivîl yê bi navê Sedat li Demir gefa “Te riya xwe diyar kiriye, ez te li vir nadim xwendin” xwaribû. Her çendî Demir derbarê gefan de serî li rêveberiya zanîngehê da, lê tu encam bi dest nexist.

LI VÎ WELATÎ TENÊ NIJADEK HEYE EW JÎ TIRK E!
Xwendekarê refa 3. yê Fakulteya Wêje, beşê Zaraveyên Tirkî ya Zanîngeh Kocatepeyê Eser Demir diyar kir ku xwendekarên Kurd di dersan de tên biçûkxistin û gelek caran gef li wana tê xwarin û wiha axivî; “Ev zextane di dersan de jî berdewam kirin. Hinek mamostayên dikevin dersan dibêjin; “Kesê ne xwedî hizra Tûranî be nikare vê beşê bixwîne. Li vî welatî tenê nijadek heye, ew jî Tirk e. Bila kes vê yekê ji bîr neke.’ Ji xwe mamostayek rastgir ji ber nasnameya min, ez di dersê de hêlam.”
Demir ragihand ku dema wê vê rewşê ji serokatiya beş re got, serokatiyê j imin re got; “Tu here, em ê tişta pêwîst bikin” û wiha berdewam kir; “Salek derbaz bû. Tu lêpirsînek dest pê nekir. Li ser vê re jî komek xwendekar li zanîngehê rê li ber min birîn û gef li min xwarin. Ji min re gotin ‘Mamostayên me çi bêjin ew rast e.” ez 3 salan bi zextan re rûbirû mam.
Demir diyar kir ku ji ber bidawanebûna zextan wî dest ji dibistanê berdaye û destnîşan kir ku heta niha gelek xwendekarên Kurd ji ber van rewşan dest ji dibistanê berdane. Demir diyar kir ku di dema ezmûnan de xwendekarên nijadperest, gef li xwendekarên Kurd dixwin û wana demoralize dikin.
Demir di dawî de wiha got; “Gelek hevalên min ê bi rewşên wiha re rûbirû mane hene. Hevalên min ên vê beşê dixwendin, bi navê Sebahattin Akşam û Mehmet Ok ji ber van zextan dest ji dibistanê berdan û çûn. Min jî ji ber heman pirsgirêkan biryar da ku ez dest ji dibistanê berdim û vegerim gundê xwe.”

 
< Prev   Next >
 

Endamtî






Lost Password?
No account yet? Register