|

Kurdishcenter.ru - BELFAST - Gerry Adamsê ji sala 1983 û heta niha rêberê Sinn Fein’ê wê îsal di hilbijartinên
Daîl ên Parlementoya Îrlandayê de cî bigire. Wê hilbijartin li herêmên Louth û Meata Bakûr pêk bê. Adams derbarê stratejiya hilbijartinê de ji ANF’yê re axivî.
Li herêma Louth a ku navê xwe ji xwedayê mîtolojiya Kelt, Laugh wergirtî, 122 hezar Îrlandî dijîn û ev herêm “qaşo” sînorê eyaletê pêk tîne. Ev herêma ji beriya Peymana Îna Xweş (1998) bi milîtarîzasyonek dijwar re rûbirû mayî, mirovên vî welatî ji hevdu dike.
Louth jî wekî hemû parçeyên xaka welêt jan û êşa parçekirina welat dikişîne. Bêkarî di astek herî jor de ye. Rêjeya bêkarî ji bo zilaman ji sedî 11.3 û ji bo jinan jî ji sedî 10.9 e.
Adams ji ANF’yê re axivî û diyar kir ku ev hilbijartin di dîroka deh salan a komarê de girîngtirîn hilbijartin e û got; “Mirov bi awayek li ber çavan ji polîtîkayê qût dibin. Gelê me westayî ye. Gelê me ji ber polîtîkayên rizî û helwesta siyasetmedaran bêzar bûye. Gelê me û kedkar wisa hîs dikin ku xiyanet li wana hatiye kirin.”
Ev yek ji bo Sinn Fein ne hêsan e ku bikaribe baweriya gel ji nû ve qezenç bike û vê bêzariya gel ji holê rabike.
Adams derbarê vê mijarê de wiha dibêje; “Gel li polîtîkayek nû û bi rêbazek nû digere. Polîtîkayek wisa dixwaze ku polîtîka ji bo hemû welatiyan be û ev polîtîka jî hêz bide wan.”
Di salên pêş de em li benda krîzek dijwar a aboriyê ne û mirov nikare encamên vê krîzê texmîn jî bike, erkê welatek wiha dana ser milê xwe pir zor e.
Tê hêvîkirin ku penaberiyên nû dest pê bikin. Pêşbîniyek wisa heye ku dibêje, dibe mehên pêş de bi sed hezaran malbat ji welêt koçber bibin.
Adams dibêje; “Ez di wê baweriyê de me ku dema vegera li polîtîkayê ye û pêwîstî bi rêbaza polîtîkaya dema nû heye. Pêdivî bi polîtîkayek wek Deklerasyona Komara Îrlanda ya sala 1916 heye.
Di serê Adams de modelek a civakê ku xwe disperse mafan heye: “Ev tê çi wateyê, divê ne tenê mafê civakî û polîtîkayê bigire nava xwe, divê mafê aborî jî hebe. Bi gotinek din, civakek ku xwe disperse mafan, bi ya min komara rast, bi avakirina hevkariyek rast û bi beşdarbûna welatiyan a ji bo parastinê gengaz e. Ji ber vê jî, divê mafê xebatê, mafê hewandinê, xizmetên tendûristî û gihandinê wekhev bin, divê mafê perwerdeyê û paqijiya derdorê jî wiha be. Di civakek adîl de, bê ku cûdakariya reng, ol û rû were destnîşankirin, herkes wekhev e. Evane hemû rêgezên Deklerasyona 1916’ê ne.”
Herwiha Adams plana reforma hilbijartinê dixwaze çêbike: “Ev pêwîst e ji ber ku ger bixwazibin desthilatiyek rast ji gel re bînin, divê mûçeyê wezîran jî bê kêmkirin. Pêwîstiya me bi tekoşîna serdemek mezin heye. Divê desthilatî pereyê dibistanan, rêxistinên girseyî yên demokrat, polîtîkayên civakî, lênêrîna pîr û kalan dewrî rêveberiyên herêmî bike. Ji ber vê jî em referandûmê pir girîng dibînin û beşdarûna welatiyan a ji bo qanûndanînê wê di polîtîkaya me de rolê kîtîtê bilîze.”
ORSOLA CASAGRANDE |