Êóðäñêèé äîì â Ìîñêâå Kurdî / Êóðäñêèé / Kurdish

ÏÎÑËÅÄÍÈÅ ÍÎÂÎÑÒÈ...
Ocalan:Bi îslama siyasî dixwazin Kurdan tune bikin PDF Print E-mail
Written by Administrator   
Sunday, 09 January 2011

Kurdishcenter.ru - STENBOL - Serbestberdana Hîzbullahvanan ne tiştekî tesadufî ye.

Dibe ku amadekariya hin tiştan dikin. Çawa ku dema xwe de Çep bi neteweperestiyê têk birin, niha jî dixwazin Tevgera Kurd bi destê Îslama siyasî têk bibin. Ev polîtîkayên bi zanebûn in û bi hev re girêdana wan hene. "
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja Înê hevdîtin bi parêzerên xwe re pêk anî. Ocalan di hevdîtinê de serbestberdana endamên Hîzbûllahê û mijarên din ên di rojevê de nirxandin. Ocalan ku bal kişande ser rewşa şert û mercên girtîgehê û rewşa tenduristiya xwe got: "Tenduristiya min bi rastiya me ya civakî ve girêdayî ye. Tê dîtin ka civaka Tirkiyeyê xistin çi rewşê! Rewşa ciwanên zanîngehê li holê ye, ew xistin rewşeke apolîtîkbûnê. Çep hatine parçekirin û nikare were gel hev. Ji bo qedandina Çep, MHP bikar anîn. Heger hûn bêjin CHP ji wê jî tiştek dernakeve, Mustafa Kemal bi xwe jî fêm nakin. Mîna hêza muxalîf tenê Kurd dimînin lê ew jî niha tê xwestin pêwistiyên wê bicîh naynin, bê bandor dimînin. Mijara ku herî zêde zextê li tenduristiya min dike ev e. Ev 12 salin ez li vir tesbîtan dikim, li gor xwe ji bo çareseriyê pêşniyaran dikim lê bi rastî em pêşketinê bidest naxin. Bêguman pirsgirêkên min ên fizîkî jî hene. Mînak têkildarî nefes standinê pirsgirêk qet naqedin. Lê bi şêwazekî ez bi van pirsgirêkan re derdikevim serî. Ya ku bi rastî min bêzar dike bêçareserî mayîna pirsgirêkên civakî ne, derbasnekirina rastiya civakî ye."

SERBESTBERDANA ENDAMÊN HÎZBÛLLAHÊ!
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe de bal kişand ser serbest berdana endamên Hîzbûllahê û destnîşan kir ku ev yek jî parçeyekî planên li dij gelê Kurd dixwazin bixin dewrê û bi van gotinan nerazîbûna xwe ya li hember vê yekê bilêv kir; “Ez hewl didim mijara Hîzbûllahê bişopînim. Çawa dibe, çawa dikarin vê yekê bi Amedê bikin! Çawa dibe ku Amed destûrê dide vê yekê? Van kujer, hov û kesên cînayetên bi hovîtî pêk anîn -cesedên mirovan di niwalan de ji bin erdê dihatin derxistin- serbest berdidin û bi govendan di asta pîrozbahiyê de wan pêşwazî dikin. Ev tişt tev li Amedê pêk tên. Amedê bi deh hezaran zarên xwe dan. Li wir ciwanên me bi rengekî hovane hatin qetilkirin. Ez fêm nakim, gelê wir zana ye, lê diyar e ku rêxistin nabe, pêşengî ji bo wan nayê kirin!"

'NE TESADUF E'
Ocalan serbestberdana endamên Hîzbûllahê jî mîna mijareke 'ne tesadufî' girte dest û ev yek mîna amadekariya 'hin tiştan' rave kir. Ocalan têkildarî mijarê wiha axifî: "Serbestberdana van kesan a bi vî rengî ne tesaduf e, dibe ku amadekariya hin tiştan dikin. Ev mirov ne sûçdarên ji rêzê ne. Heger di nav yên me de kesên ku hovîtiyê bi heman rengî pêk anîbin hebin bila wan jî bernedin. Bûyera Konca Kuriş hêna di hişan de ye. Tê zanîn jinik çawa kuştin. Bawer dikim nêrînên wên yên femînîstî yên cûda hebûn. Ya rast di şexsê Konca Kuriş de hemû jin hatin qetilkirin."?

MA AZADIYA BI ÇARŞEF DIBE?
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe de bal kişande ser girîngiya cîhgirtina jinê ya di nava siyasetê de û destnîşan kir ku çareserkirina mijara azadiya jinê tê wateya çareserkirina têkoşîna civakê ya ji bo azadiyê. Ocalan diyar kir ku êdî divê dawî li çanda tecawizê ya bi hezarên salan didome were anîn û jina azad were afirandin. Ocalan helwesta siyaseta îslamî ya li hember jinê jî bi tundî rexne kir û bi vê mînakê nerazîbûna xwe anî ziman: "Mînak; têgihiştinên îslamî yên mîna Hîzbûllahê jinê ji civakê îzole dikin. Em turbanê jî deynîn aliyekî bi rêya çarşef/burka wê dinixumînin. Ji serî heta binî rûyê wan jî nayê xwuyakirin. Gelo têgihiştineke bi vî rengî ya azadiyê dibe? Xistina vî şêwazî ya jînê gelo dikare bi azadiyê were îfadekirin? Di Îslama rastî de tiştekî bi vî rengî tune, tu têkiliya têgihiştina van bi Îslamê re tune ye."

ANÎNA MÊRDÎNÊ YA JINÊN JI FASÊ
Ocalan herwiha mijare ji Fasê anîna Mêrdînê ya jinên xwende mîna hewî ku di demên dawî de di çapemeniya Tirk de cihê xwe digire, girte dest û balkêşiya mijarê bi van gotinan anî ziman: "Ji gundekî Mêrdînê mêrên xwedî jin û zarok diçin ji Fasê jinan tînin. Hin ji van jinan çend zimanan dizanin, di nav wan de mamoste jî hene. Ev rewşeke balkêş e. Fas di bin bandora Ereban de ye, lê serdestiya Cihûyan jî heye. Dibe ku ev tev di çarçoveya plansaziyekê de be. Dibe ku van jinan bikar tînin û bi vî rengî Sîyonîzm dest diavêjê Mêrdînê jî. Tê gotin ku li Rihayê bi hezaran donim erd ji aliyê Cihûyan ve hatiye kirîn. Îhaleya paqijkirina mayînan jî dane Îsraîlê. Li Filîstînê jî heman rêbaz bikar anîbûn. Paşê dewleta xwe îlan kirin û dewletên Ereb bêdeng man. Dema ez van tiştan dibêjim bila neyê fêmkirin ku ez dij-Semîtîst im. Bêgûman mîna hemû gelan mafê Cihûyan jî heye ku li Rojhilata Navîn di nava aştiyê de bijîn. Lê divê tiştê ku bikin vekirî be, ne ku xwedî ajandayên veşartî bin."

ARTÊŞA TAYBET JI BO KÊ YE??
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewldanên hikûmeta AKP'ê yên ji bo sazkirina artêşa taybet a ji 50 hezar kesî pêk tê jî anîn rojevê û destnîşan kir ku nirxandinên wî yên derbarê parastina xweser de jî şaş hatine fêmkirin. Ocalan derbarê mijara parastina xweser û planên xeter ên AKP'ê de de wiha axifî: "Bawer dikim tiştên derbarê Xweseriy Demokratîk de şaş hatin fêmkirin. Siyasetmedarên me jî mijarê şaş digirin dest. Di cîh û di dema wê de, tiştê pêwîst nakin, nizanin siyasetê bikin. Lewma ez jî ewqasî zehmetiyê dikişînim. Hûn dibînin kujer serbest hatin berdan. Ne diyar e ka wê çi bikin. Dîsa artêşa taybet a ji 50 hezar kesî tê amadekirin. Ev artêş ji bo kê tê sazkirin. Dibêjin ji bo 'terorê' em saz dikin. Tiştê ku ji 'terorê' dixwazin qal bikin Kurd in, gelê Kurd e. Ev ê bi gelê Kurd re şer bikin. Ji aliyekî ve dibêjin em dixwazin pirsgirêkê bi riya diyalogê çareser bikin, ji aliyê din ve van amedekariyan dikin. Hîzbûllahvanan serbest berdidin. Siyasetmedarên me çima napirsin ka ev artêş wê li dij kê şer bike? Ev ê li dij gelê me şer bikin. Di rewşeke wisa de bêgûman gelê me jî wê parastina xweser, parastina rewa pêk bîne. Piştî vê yekê jî dema qala parastina xweser tê kirin şaş fêm dikin. Di hiqûqa navnetewî û destûra bingehîn de weke maf heye. Çima ez bi israr qala avakirina Konseyên Bajaran dikim. Parastina rewa têgihiştina xetereyan û xwe parastina ji wan e."

'DIVÊ KONSEYA AMEDÊ PARASTINA REWA GUFTÛGO BIKE'?
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinê de pêşniyar kir ku Kongre û Konseya Amedê parastina rewa guftûgo bike. Ocalan destnîşan kir ku parastina rewa tê wateya têgihiştina plansazî û hewldanên ji eniya dewlet û hikûmeta AKP'ê tên meşandin û wiha axivî: "Divê komcivîn pêk were, nîqaş were kirin û xetereya heyî were dîtin. Dema pêwist dike gelê me derdikeve kolanan, lê çima dema ev kujer serbest tên berdan bêdeng e, çima mitîng, meş nayên lidarxistin? Hemû beşên civakê dikarin di nava Konseya Bajêr a Amedê de cîh bigirin. Bi endamên Hîzbûllahê re jî têkîli dikare were danîn. Heger şêwazê xwe yê kevin bi kar neynin, ders ji şaşiyê xwe derxistibin û rexnedayina xwe bidin û ji niha û pêde legal tev bigerin ew jî dikarin di Konseya Bajêr de cih bigirin. Lê heger mîna berê tevbigerin wê demê parastina xweser, parastina rewa dikeve dewrê. Dîsa derdorên Odeya Pîşeyiyê û yên din jî divê di Kongre û Konseyê de cihê xwe bigrin. Divê beşdarî guftûgoyan û biryaran bibin. Tenê bi îhalegirtin û pere girtina ji dewletê nabe."
Ocalan careke din bi taybetî li ser modela Xweseriya Demokratîk rawestiya û bal kişand ku tu têkiliya vê modelê bi modela dewletvan re tûne ye. Ocalan têkildarî rexneyên hin nivîskarên Tirk ên Xweseriya Demokratîk mîna modeleke parçabûnê dibînin û weha got: "Sîstema me bihêzkirina civaka demokratîk ji xwe re dike hedef. Heger ev derdorên mijarê cûda nîşan didin an fêm nakin parêznameyên min bixwînin dê rastiyê fêm bikin. Bi salane em dibêjin ku çareseriya pirsgirêka bi rêya netew-dewletê nabe."

'DIXWAZIN BI ÎSLAMA SIYASÎ TEVGARA KURD BIQEDÎNIN'
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser planên dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê yên bi rêbaza bikaranîna Îslama siyasî ya ji bo qedandina tevgera Kurd jî sekinî û ev tesbît rêz kirin: "Li Tirkiyeyê çep, bi rêya netewepersitiya MHP'ê hate çewisandin, marjînalkirin. Niha jî heman tiştî dixwazin li hember Tevgera Kurd bikar bînin. Divê ev yek were dîtin û hişyarbûn hebe. Ev zelal e. Serbestberdana endamên Hîzbûllahhe, bi deh hezaran kadroya melayan, cemaatên li herêmê, avakirana artêşa taybet tev parçeyên vê planê ne. Divê were pirsîn ka sermayeya li pişt Hîzbûllahê ji kû tê?"
Ocalan herwiha bal kişande ser hewldanên sermayeya navnetewî yên li Tirkiyeyê û têkildarî vê yekê mexdûriya civakê û zirarê digihijin derdorê jî. Ocalan Rêbazên ku modernîteya kapîtalîst bikar tîne jî niha neteweperestî, çînparêzî, olperestî û zanistî rêz kirin û destnîşan kir ku bi van rêbazan kirinên xwe yên kirêt vedişêrin.

YÊN ÇARESERÎ XWESTIN HATIN GIRTIN
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî operasyon û doza Ergenekonê jî nirxandinên girîng kirin. Ocalan diyar kir ku rêjeyeke girîng a kesên di operasyonên bi navê Ergenekonê de hatin girtin ji kesên alîgirên çareseriya pirsgirêka Kurd pêk tên û ev nirxandina balkêş kir: "Ev nirxandina ku ezê bikim dîrokî ye û hinekî jî xwe rexnekirin e. Heta niha dihate gotin ku bi darizandinên Ergenekonê hebûnên mîna JÎTEM’ê yên di nava Gladyo de tên tasfiyekirin. Em jî wisa difikirîn. Lê rastî ne wisa ye. li ser vê mijarê tim difikirim. Di pirtûka Hanefî Avci de jî derbas dibe. Ew jî alîgir e ku ji bo çareseriyê bi min re hevdîtin pêk were. Niha jî girtî ye û ji doza Ergenekonê tê darizandin. Dîsa yên demên borî ji bo çareseriyê bi min re hevdîtin pêk anîn ji doza Ergenekonê tên darizandin. Li aliyê din beşa Gladio ya li dij çareseriyê tev li derve ye, yên alîgirê çareseriyê hatin girtin. Hin kesên deşîfrebûyî yên mîna Velî Kuçuk yên kujer, xwediyê kirinên dîrokî û darbekar jî hatine girtin. Lê hin kes jî mîna têkiliya wan bi Ergenekonê re heye hatine nîşandan û wisa jî derdorên alîgirê çareseriyê hatin tasfiyekirin. AKP bi beşa ku li dij çareseriyê re li hev kir. Di encama vê hevkariyê de jî hin alîgirên çareseriyê hatin girtin. Avakirana artêşa taybet a AKP'ê û serbestberdana Hîzbûllahê ji van mijaran cûda divê neyê fikirîn."

JI BO BÊRÎTANA GEVERÎ SPASDARÎ
Rêberê Gelê Kurd di dawiya hevdîtina xwe de ji ev peyam dan: "Ji bo tevahiya hevalên di girtîgehê de silavên xwe dişînim. Ji bo gelê me yê Çinar û Rihayê jî silavan pêşkêş dikim. Divê xabatê li Rihayê werin xurtkirin, konseya bajêr û meclîsên taxan werin sazkirin. Divê dereng nemînin û xabatên cidî pêk bênin."
Herwiha Ocalan destnîşan kir ku bi riya parêzeran ji Geverê zarokek a bi navê Bêrîtan Baban jêre karta sersalê bi kurdî şandiye û ji bo vê yekê jî spasiyên xwe pêşkêş kirin. Ocalan got, "Ez di şexsê Bêrîtan de silavên taybet ji bo hemû zarokên Gever û Colemêrgê dişînim, heskirinên xwe pêşkêş dikim û sersala wan pîroz dikim. "

 
Next >
 

Endamtî






Lost Password?
No account yet? Register