Êóðäñêèé äîì â Ìîñêâå Kurdî / Êóðäñêèé / Kurdish

Mal arrow Nûçe arrow Îran arrow Greva birchîbûnê li Ûrmiye û Qezwînê di roja 20. de ye
ÏÎÑËÅÄÍÈÅ ÍÎÂÎÑÒÈ...
Greva birchîbûnê li Ûrmiye û Qezwînê di roja 20. de ye PDF Print E-mail
Written by Administrator   
Saturday, 22 January 2011

Kurdishcenter.ru - ÛRMIYE - Gireva birçîbûnê ya dijwar ya Hebîbûllah Gulperîpûr û Ehmed Temûyî îro kete 19’mîn roja xwe.

Li gorî agahiyan, tevî zindanên Urmiye û Qezwînê, li zindanên Evîn, Erdebîl, Mehabad, Dîzillawa û Sine jî girtiyên siyasî greva birçîbûnê dane destpêkirin.

JI ELÎ EHMED SILÊMAN ÇI AGAHÎ NAYÊN GIRTIN
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Hebîbûllah Gulperîpûr û Ehmed Temûyî ku ev 20 rojin ne vedixwin û dixwin di hucreya yek kesî de ne û tenduristiya wan her ku diçe xirabtir dibe. Ji zindaniyê kurd Elî Ehmed Silêman di heman çalakiyê de bû û piştî 2 rojan veguhestibûn navenda Îtla`atê ev 17 rojin çi agahî jê nayen wergirtin.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ BERDEWAME
Çalakiya greva birçîbûnê ku Mehmûd Budak, Ercan Karayol û Yaşar Kara 17’ê Çilê li girtîgeha Qezwînê û Mistefa Elî Ehmed, Husên Mîrzeyî, Fezayî Yaman û Ebdulla Husên li zindana Urmiyeyê dabûn destpêkirin jî berdewam dikin. Ji girtiyên bi navê Cehangîr Badûzade û Mihemed Emîn Ebdullahî ku 17’ê vê mehê li zindana Urmiyeyê çalakiyê birçîbûnê dabûn destpêkirin û veguhestibûn îdareya Îtleatê jî çi agahdarî nayên girtin.

Li gora agahdariyên dawî hêjmarek ji girtiyên siyasî yên Kurd li zindana Evîn, Erdebîl, Mehabad, Dîzilawa û Sine, ev 5 roj in dest bi gireva birçîbûnê kirine û têkiliyan wan ya bi derve re hatiye birîn.

 
Next >